• Friday, 20 February 2026
logo

Holenda jî derbeke dijwar li Îranê de

Gulan Media January 17, 2023 Nûçe
Holenda jî derbeke dijwar li Îranê de

Balyozê Îranê vexwandiye wezareta derve.

Li gor çapemeniya cîhanî duhê duşem wezareta derve ya Holendayê balyozê Îranê yê li Amesterdamê vexwandiye û dilgiraniya Holendayê ya li hember kuştina xwepîşanderan û îdam kirina welatiyekî Îranê yê ku, xwedan nasnameya Brîtanî bûye, nota daye rejîma Îranê.

Hefteya derbasbûyî Îran Cîgirê wezîrê berê yê berevaniya xwe bi hinceta sîxorî kirin bo Brîtanyayê îdam kiribû, pişt re Brîtana û gelek welatên Brîtanî ev pêngava Îranê şermezar kirin û balyozên Îranê li payetxtên Ewrûpî bo wezaretên derve hatin vexwandin.

Welatên Ewrûpî di wan demên dawî de zextên xwe yên li ser rejîma Îranê gelek dijwartir kirine û duhê jî Holenda bi vexwandina balyozê Îranê îdam kirina welatiyekî Îranî yê xwedan nasnameya Brîtanî bi tundî şermezar kiriye û nota jî daye rejîma Îranê.

Top