• Friday, 20 February 2026
logo

Iraq – Di bûyerekî hatûçûn de 24 kes bûn qurbanî

Gulan Media January 16, 2023 Nûçe
Iraq – Di bûyerekî hatûçûn de 24 kes bûn qurbanî

Di bûyerekî hatûçûnê ya li ser rêya Zîqar – Besra de 24 alîgirên tîma futbolê ya Iraqê bûn qurbanî.

Îro 16.01.2023yê li ser rêya serekî ya Zîqar – Besra ya başûrê Iraqê, bûyerekî giran a trafîkê di navbera otobûsekî alîgirên tîma futbola Iraqê û kamyonekî barhelgir de pêkhat û ji ber wê jî 8 alîgirên tîma futbola Iraqê jiyana xwe ji dest dan, 16 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor çapemeniya Iraqê  birîna hin birîndaran girane û dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibin.

Li gor gotinên berpirsên ewlehiyê yên navçeyê, bûyer ji ber xirabûna hewa û çêbûna mija zêde pêkhatiye.

Alîgirên tîma futbola Iraqê birêketibûn ji bo Besrayê û ji bo piştevaniya tîma futbolê ya Iraqê bikin, ku îro lîstoka Iraq û Qeterê heye û di rê de rastî wê bûyerê hatin.

 

Basnews

Top