• Friday, 20 February 2026
logo

Li Tirkiyê bankan dest danîne ser 2308 xaniyên welatiyan

Gulan Media January 16, 2023 Nûçe
Li Tirkiyê bankan dest danîne ser 2308 xaniyên welatiyan

 Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 20 bankan ji ber deynê wan ê krediyê dest danîne ser 2 hezar û 308 xaniyên welatiyan.

Li Tirkiyê rêjeya deynê krediyan ê welatiyan bo bankan ku nikarin bidin di meha Mijdara 2022an de gihiştiye 161 milyar û 540 milyon Lîreyên Tirkî. Bankan ji ber deynê welatiyan dest datînin ser kargeh, erd, baxçe, dikan û malên wan ên ku li beramber deyn wek îpotek dane bankan.

Heta meha Cotmeha 2022an deynê 2 milyon û 300 hezar welatiyan ên ku ji ber kirîna xanî ji bankan kredî wergirtine gihiştiye 359 milyar Lîreyên Tirkî. Li gor zanyariyan, 20 bankên li Tirkiyê ji ber deynê wan ê krediyê dest danîne ser 2 hezar û 308 xaniyên welatiyan.

Tenê bankên hikûmî niha li beramber deynê welatî û kompanysyan 879 xanî, milk û kargehên wan difroşin.

Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK), Mijdara 2022an xaniyên di bin îpoteka bankayan de ku ji aliyê welatiyan ve têne firotin li gor heman meha sala 2021ê %57.7 kêm bûne û daketine 16 hezar û 655 xaniyan.

Her li gor amarên TUIKê, di 11 mehên destpêkê yên sala 2022an jî li gor heman mehên sala 2021ê firotina xaniyên di bin îpotekê de %3.7 zêde bûne û gihiştiye 258 hezar û 524 xaniyan.

 

 

Rudaw

Top