• Friday, 20 February 2026
logo

HEZKURDê derbarê zimanê Kurdî de raporek ji rayedarên Tirkiyê re şand

Gulan Media January 16, 2023 Nûçe
HEZKURDê derbarê zimanê Kurdî de raporek ji rayedarên Tirkiyê re şand

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) derbarê zimanê Kurdî de raporek amade kir û rapora xwe ji Serokomariya Tirkiyê û Serokatiya Parlamentoyê re şand.

HEZKURDê bi sernavê “Polîtîkayên Komara Tirkiyê yên ji bo zimanê Kurdî” raporeke bi sê zimanan; Kurdî (Kurmancî û Zazakî), Tirkî û Îngilîzî amade kir û ji Serokomariya Tirkiyê û Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê re şand.

Di rapora xwe de HEZKURD balê dikşîne ser dîroka Komara Tirkiyê û siyaseta wê ya li hember zimanê Kurdî û dibêje, damezrînerên Komara Tirkiyê, zimanê Kurdî ku li Tirkiyê piştî zimanê Tirkî zimanê duyemîn e, xwestin bi rê û rêbazên “yasayî” û “dadî” ve ji nav jiyana gelemperî rakin û bi giştî di qada jiyana gelemperî de bê jibîrkirin û tunekirin.

HEZKURD ji bo partiyên siyasî yên Tirkiyê jî nameyek amade kir û tê de bal kişand ser astengiyên li pêşiya pêkvejiyana bi aramî û aştî ya li nav Tirkiyê û diyar kir ku pirsgirêkên li hember perwerdehiya bi zimanê zikmakî, yek ji sedemên herî girîng ên li pêşiya aştî û aramiyê ye.

Di nameya xwe de HEZKURD pêşniyar dike ku zimanê Kurdî ji destpêka dibistana seretayî heta lîseyê, herî kêm du saet bibe dersa neçarî û herwiha daxwaz dike ku derbarê pirsa Kurd de bi beşdariya hikûmet, partî, saziyên sivîl û hunermendan, civîneke berfireh were pêkanîn.

 

Rudaw

Top