• Friday, 20 February 2026
logo

Firokeyek bi 72 kesan kete xwarê

Gulan Media January 15, 2023 Nûçe
Firokeyek bi 72 kesan kete xwarê

Li Nepalê firokeyeke rêwiyan kete xwarê û di encamê de 72 kesan canê xwe ji dest dan.

Kanala nûçeyan a Nepalî “News 18” ji ser zarê berpirsên xwecihî ragihand, her 72 kesên di firokeya rêwiyan de bûn canê xwe ji dest dan.

Berdevkê kompanyaya Yeti Airlines ragihand, di firokeyên de 68 rêwî û 4 karmend hebûn ku ji paytext Katmandu ber bi bajarê Pokhara ve diçû, kete xwarê.

Li gorî berpirsê herêmî Gurudota Dhakal, agir bi firokeyê ket û tîmên rizgarkirinê hewl didin wê vemirînin.

Nepal welatekî hejar li Hîmalaya ye û di warê ewlekariya asmanî de rekoreke wê ya xirab heye. Yekîtiya Ewropayê jî ji ber sedemên ewlehiyê, qada xwe ya asmanî li pêş hemû kompanyayên firokewaniyê yên Nepalê girtiye.

Sala par li Nepalê firokeyek li quntara çiya ketibû 22 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Di sala 2018an de jî firokeyeke rêwiyan a Bangladeşê li Katmandu paytexta Nepalê ketibû xwarê û ji 71 kesên tê de 49 kesan canê xwe ji dest dan.

Top