• Friday, 20 February 2026
logo

Bi dirêjayiya 7 kîlometreyan rêya du şerîdî ya Zaxo li gor standartên cîhanî tê nûjen kirin

Gulan Media January 14, 2023 Nûçe
Bi dirêjayiya 7 kîlometreyan rêya du şerîdî ya Zaxo li gor standartên cîhanî tê nûjen kirin

Îdareya serbixwe ya Zaxo ragehand, bi dirêjayiya 7 kîlometreyan rêya du şerîdî ya Zaxo, ji tûnêla Zaxo heta digehe deriyê Zaxo seranserê wê rêya du şerîdî li gor standartên cîhanê dê bên boye kirin û hêmayên hatûçûnê ji bo selametiya şofêran û hemwelatiyan bên danîn.

Serpereştê îdareya serbixwe ya Zaxo Guhdar Şêxo ragehand, biryare bê berfireh kirin û qîr kirin û dibêje: ‘’Li ser peywirdar kirina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ku berdewam piştevanê cîhbicîh kirina projeyên xizmetguzariya sînorê îdareya serbixwe ya Zaxo bûye, naha ronahiya herdu şerîdan dê bê danîn û ji bo xweşik kirina dîmenên tenişta rê û navenda di navbeyna herdu şerîdan jî dê dar bên çandin.’’

Herwaha got: ‘’Sîstema rêxistin kirina avê dê bê danîn ku ew dar şîn bimînin û xisar nebin û ew kar hemû jî ber bi qonaxa dawiyê ve hatine.’’

 

Basnews

Top