• Friday, 20 February 2026
logo

Amerîka dîsa merc bo Tirkiyeyê danî

Gulan Media January 14, 2023 Nûçe
Amerîka dîsa merc bo Tirkiyeyê danî

Heta Tirkiye mercê cîhbicîh neke F16an nabîne.

Amerîkayê rojnameya WSJ ya Amerîkayî derbarê pirsa firotina balefirên F16 ji aliyê Amerîkayê ve bi Tirkiyeyê babetek belav kiriye.

WSJ di babeta xwe de nivîsandiye ku, hikûmet û kongrêsa Amerîkayê firotina F16an bi Tirkiyeyê mercdar kirine û gotine heta Tirkiye endam bûna Swêd û Fenlendayê li NATO erê neke, vê ti balefireke F16 bi Tirkiyeyê neyê firotin.

Beriya niha kongrêsa Amerîkayê çend mercên weke, nabe ev balefir dijî hevpeymanên Amerîkayê li Sûriye, Rojhilata Navîn û herwiha li dijî Yûnanê werin bikaranîn, lê pişt re çapemeniya Tirkiyeyê belav kiribû ku, Amerîka ev mercên  han hilweşandiye.

Top