Balyozê Swêdê li ser daliqandina peykerê Erdogan hat bangkirin
Balyozê Swêdê yê Tirkiyê li ser daliqandina peykerê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stockholma paytexta wî welatî, ji aliyê grûbekê ve bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bang kirin.
Li gor zanyarî û beşek ji dîmenên li ser medya civakî belavbûne, çend kesan li Stockholma paytexta Swêdê roja Çarşemê 11ê Çileya 2023an li ser avahahiya kevn a şaredariya wî bajarî peykerekî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji lingê wî ve daliqandine û di wan dîmenan de gefan li Tirkiyê û Erdogan dixwin.
Belavbûna wan dîmenan li ser torên civakî di nav berpirsên Tirkiyê de bû sedema karvedanan û roja Pênceşemê 12ê Çileya 2023an Balyozê Swêdê yê Enqerê Staffan Herrstrom derbarê wan dîmenan de bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat vexwendin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê çavkaniyên Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser vê mijarê hatiye belavkirin de tê gotin: “Balyozê Swêdê yê Enqerê derbarê çalakiya propagandeya terorê ku roja 11ê Çile ji aliyê alîgirên PKK/PYD/YPG ve li Stockholmê hatiye kirin û têde birêz Serokkomarê me hatiye armanckirin de bo wezareta me hatiye vexwendin û nerazîbûna me jê re hatiye gotin. Ji Balyoz re hatiye diyarkirin ku em vê çalakiyê bi tundî şermezar û protesto dikin. Ji Swêdê hatiye daxwazkirin ku rê nede van çalakiyên terorî ku bi eşkere Peymana me ya sêalî binpêdikin û gefan li welatê me dixwin. Me anî ziman ku divê Swêd berpirsên vê çalakiyê bibîne û derbarê wan de karûbarên yasayî bide destpêkirin û sozên ku dane bicihbîne.”
Rudaw
