Sala borî 2 milyon metre çargoşe ji mayînan hatiye paqijkirin
Li gor zanyariyên dezgeha mayînan, di serdema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de girîngiyeke mezin bi paqijkirina wan zeviyan hatiye dayîn, ku bi mayîn û teqemeniyan pîs bûne.
Li gor datayên Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mayînan a ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di sala 2022an de li Herêma Kurdistanê, 2 milyon û 316 hezar û 756 metre çargoşe ji mayîn û bombeyên vedayî hatine paqijkirin.
Hemû wan zeviyên ku hatine paqijkirin; 211 hezar û 611 metre çargoçe li parêzgeha Hewlêrê, 198 hezar û 632 metre çargoşe li Silêmaniyê, 221 hezar û 947 metre çargoşe li Duhokê û 104 hezar û 5 metre çargoşe li îdareya serbixwe ya Germiyanê bûne.
Hejmara kesên ku di sala 2022an de ji ber teqîna mayînan birîndar bûne, wiha ye: Hewlêr 7, Silêmanî 7, Duhok 4 û Germiyan 6 kes, bi giştî li Herêma Kurdistanê 24 kes birîndar bûne.
Hejmara kesên ku di sala 2022an de ji ber mayînan canê xwe ji dest dane, wiha ye: Hewlêr 1, Silêmanî 3, Duhok 1 û Germiyan 2 kes, bi giştî 7 kesan ji ber teqîna mayînan canê xwe ji dest dane.
Basnews
