Duhok…Dîdara jenosîda Êzdiyan û dadperwerî birêve diçe
Biryare îro li binkeyê Rewşenbîrî û Civakî ya Laleşê dîdarekî taybet a derbarê jenosîda Êzdiyan û dadperweriyê birêve biçe û di wê dîdarê de gelek mijarên cuda dê bên behs kirin û gotûbêj kirin.
Berdevkê binkeyê Rewşenbîrî û Civakî yê Laleşê Karwan Baedrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryare îro 12.01.2023yê piştî nîvro bi mêvandariya hejmarek mêvanan ve dîdara jenosîda Êzdiyan û dadperweriyê birêve biçe û biryare çend mijarên cuda bên gotûbêj kirin.’’
Berdevkê binkeyê Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş amaje bi wê yekê jî kir: ‘’Ev dîdare bi amadebûna şêwirmendê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Husên Qasim û wezîrê berê yê Ewqaf û karûbarên olî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Êhsan û berpirsê raspardeyên navnetewî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Dîndar Zêbarî ve birêve diçe û bi hûrgilî ve behsa wê karesatê dê bê kirin ku li ser civaka Êzdî de hatiye û derbarê pêngavên jenosîda kurdên Êzdî de gotûbêj dê bên kirin.’’
Basnews
