• Friday, 20 February 2026
logo

Li Fîlîpînan ji ber lehî û hezazê 11 kes mirin

Gulan Media January 11, 2023 Nûçe
Li Fîlîpînan ji ber lehî û hezazê 11 kes mirin

 Li Fîlîpînan ji roja 2yê Çile heta naha baranên tund dibarin û ji ber wê lehî û hezaz pêkhatin û herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di serî de li herêmên Bicol, Visayas û Mindanao yên Fîlîpînan û herwaha lig elek cîhên wî welatî ji ber destpêka mehê û şûnde barîna baranên tund bû sedemê lehî û şimitîna erd û hezazan û hin gund, rê û zeviyên çandiniyê di bin avê de man. Li hin cîha asta avê geheşte 3 metreyan.

Li gor agahiyên ji aliyê Saziya Parastina Sivîlan (OCD) ji ber lehî û hezazê 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 263 hezar û 906 kesên ku dikin 63 hezar û 101 malbat ji wê karesatê bandor bûne û 3 hezar û 387 kesên ku dibe 815 malbat jî naçar mane ku malên xwe biterikînin.

Li herêmên Misayas û Mindanao yên Fîlîpînê meha borî de jî ji ber barîna baranên tund gelek xirab jê bandor bibû û di lehî û hezazên pêkhatibû de bi giştî 52 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 16 kes jî birîndar bibûn.

 

Basnews

Top