• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em amade ne ligel hikûmeta nû ya Iraqê kar bikin

Gulan Media January 11, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em amade ne ligel hikûmeta nû ya Iraqê kar bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, ew vegeriyaye Bexdayê û amade ye ligel hikûmeta nû ya Iraqê kar bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 11/1/2023an piştî serdana xwe ya Bexdayê li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand: “Em vegeriyane Bexdayê û em amade ne ligel hikûmeta nû ya Iraqê kar bikin, ji bo paşerojeke baştir û geştir ji gelê me re ava bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro bi serdanekê gihîşte Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

Her wiha biryar e Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokomar Letîf Reşîd, Serokê Encûmena Nûneran Mihemed Helbûsî û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fatiq Zîdan re bicive û çend pirsên giring gotûbêj bike.

 

K24

Top