Proseya doza girtina HDPê gihîşte qonaxeke nû
Proseya doza derbarê girtina HDPê de gihîşte qonaxeke nû. Serdozgerê Komarê Bekir Şahin, ji bo şandeya Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê bi devkî mitaleeya girtina HDPê pêşkêş kir û bi hinceta ku têkiliyên HDP bi PKKê re heye dubare daxwaza girtina HDPê kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn hefteya borî (5ê Çileyê) biryara blokekirina alîkariya xezîneyê ji bo HDPê dabû. Li gorî berpirsê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan û cîgirhevserokê HDPê parêzer Serhat Eren, dadgeh ne li gorî hiqûqê, lê li gorî zor û zextên siyasî tevdigere û ew biryara dawî wek nîşaneya biryara girtina HDPê dinirxînin.
Berpirsê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ê HDPê Serhat Eren got “Bi rastî beriya biryara blokekirinê em ji Dadgeha Destûra Bingehîn bi hêvî bûn ku doza derbarê partiya me de red bikira. Yanê hêviya me ew bû. Niha piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn êdî qenaeta me jî ew e ku, wê êdî ne li gorî hiqûqê biryar bide. Wê dadgeh li gorî daxwaza siyasî biryareke siyasî bide.”
Dadgeha Destûra Bingehîn, îdianameya derbarê girtina HDPê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ve hatibû amadekirin di 21ê Hezîrana 2021an de qebûl kiribû û proseya doza girtina HDPê dest pê kiribû.
Hiqûqnas û Hevserokê Komeleya ÎHDê Ozturk Turkdogan dibêje “Niha dema em li mînaka biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê girtina DTPê de dinêrin, em dibînin ku divê HDP bi tu awayî neyê girtin. Lewra ew îdiayên ku serdozgerê komarê ji bo girtina HDP dike hincet, hêj îdiayên ku têne darizandin e. Yanê hêj derbarê wan îdiayan de hikmên teqez tune ye.”
Piştî mitalaeya serdozger û parastina HDPê, dê raportorê dadgehê belgeyan kom bike û wê şandeya 15 kesî ya Dadgeha Destûra Bingehîn biryara xwe ya dawî ya derbarê girtina HDPê de eşkere bike. Biryara girtina partiyan herî kêm ji aliyê 10 endaman ve tê dayîn.
Piştî mitaleaya devkî ya Serdozgerê Komarî, wê Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo ku berpirsên HDPê parastina devkî bidin wê rojek destnîşan bikin. HDP ji aliyeke ve amadehiya hilbijartinan dike, ji aliyeke ve jî li ser îhtimala girtinê li ser alternatifan dixebite.
Rudaw
