• Friday, 20 February 2026
logo

Civîna Serokwezîrên Kurdistan û Îraqê destpê kir

Gulan Media January 11, 2023 Nûçe
Civîna Serokwezîrên Kurdistan û Îraqê destpê kir

Serokwezîr îro danê sibê serdana Bexdayê kir.

Li gor zaniyariyên taybetî, kêliyek beriya niha civîna navbera Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî destpê kiriye.

Di civîna ku, hîn jî didome vê giftûgo li ser gelek mijarên cîhê girîngiya hevbeş bo her du aliyan, kêşeyên hilpisartî, rêkeftinên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû û barnameya hikûmeta nû ya federalî were kirin.

Di çarçoveya vê serdana han de vê Mesrûr Barzanî li gel Serokkomar, Serokê parlementoyê û Serokê civata bilind ya dadweriya Îraqê jî bicive.

Top