• Friday, 20 February 2026
logo

Dr. Saman Berzincî: Her gumanekî vîrusekî nû hebe emê tevdîrên nû li hember wergirin

Gulan Media January 10, 2023 Nûçe
Dr. Saman Berzincî: Her gumanekî vîrusekî nû hebe emê tevdîrên nû li hember wergirin

Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkera kir, her tevdîrekî ji bo tekoşîna li hember gumana vîrusa nû tenê bi armanca berjewendiya hemwelatiyan û xweparastinê de dibe ji bo zêdetir pêşnekeve.

Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî daxuyaniyekî de ragehand: ‘’Her tevdîrekî ji bo tekoşîna li hember her gumanekî vîrusekî nû, tenê bi armanca berjewendiya hemwelatiyan û xweparastinê de dê bibe ku zêdetir pêşnekeve û bi piştrastî ve ti tevdîrekî em pêşnaxin ku bargiranî be ji bo karûbarên hemwelatiyan.’’

Herwaha got: ‘’Em her demekî çavdêriya rewşa hemû nexwaşiyekî vediguhêze dikin.’’

Wezîrê Tenduristiyê aşkera kir, li Herêma Kurdistanê nêzîkî 3 milyon dozên vaksîna dijî korona ji hemwelatiyan re hatiye dayîn ku nêzîkî nîvê rûniştvanê Herêma Kurdistanê herî kêm dozek vaksîna dijî vîrusa koronayê wergirtiye.

Saman Berzincî diyar kir: ‘’Sedî 49.6ê hemwelatiyên jor 18 salî doza yekem a vaksînê wergirtine û sedî 40.2 hemwelatiyên jor 18 salî jî doza duyem wergirtine. Tenê sedî 2yê hemwelatiyên jor 18 salî jî doza sêyem wergirtine. Ji bo hemwelatiyên jor 12 salî jî sedî 37ê wan doza yekem û sedî 30ê wan jî doza duyem û sedî 1 jî doza sêyem wergirtine.’’

Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 08.01.2023yê ragehand: ‘’Ji ber ku cureyekî nû yê vîrusa koronayê li Çînê derketiye, Wezareta Tenduristiyê biryar daye ji bo wergirtina tevdîrên nû yên xweparastin û tekoşîna li hember egera belavbûna wê vîrusa nû ya koronayê.’’

Li gor tevdîran jî ew kesên li welatê Çînê ve tên bo Herêma Kurdistanê divê 72 demjimêran berî hatina bo Herêma Kurdistanê testa wan a koronayê negatîf be. Herwaha Wezareta Tenduristiyê diyar kir ew biryar roja 15.01.2023yê û pê de tê cîhbicîh kirin.

 

Basnews

Top