• Friday, 20 February 2026
logo

180 hezar torîstan serdana Kurdistanê kiriye

Gulan Media January 10, 2023 Nûçe
180 hezar torîstan serdana Kurdistanê kiriye

Hijmara herî zêde ya torîstan li Silêmanî hatiye tomarkirin.

Fermangeha çapemenî û zaniyariyan ya hikûmeta Kurdistanê îro sêşem ragihand ku, di betlaniyên sersala nû de bi giştî 180 hezar torîst serdana Kurdistanê kirine.

Li gor daxuyaniya fermangeha çapemenî û zaniyariyan, di betlaniya sersala nû de 64 hezar torîst serdana Silêmanî, 61 hezar torîst serdana Hewlêrê û 55 hezar torîstên din jî serdana Dihukê kirine.

Weke tê zanîn sala derbasbûyî bi giştî zêdetir ji 6 miliyon torîstan serdana herêma Kurdistanê kiribû.
 

Top