Demirtaş bo 6 partiyan: Lîstika 3 meymûnan li gel HDPê dikin
Hevserokê Berê yê HDPê û Siyasetvanê Kurd Selahatîn Demirtaş, şeş partiyên opozisyonê rexne dike û dibêje, HDPê her tim xwestiye berbijêrekî hevbeş hebe, lê yên ku ji vê yekê direvin her şeş partiyên opozisyonê ne. Demirtaş şeş partiyên opozisyonê bi tundî rexne kir û got, şeş partî ligel partiyên terîqetên bicûk jî civiyan, lê dema dor tê HDPê, lîstika sê meymûnan dikin.”
Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirttaş ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edirneyê girtî ye derbarê biryara HDPê de ku gotibû dê bi berbijêrê xwe biçe hilbijartinan û helwêsta maseya şeş partî ya opozisyonê li beramber HDPê ji medya Tirkiyê re axivî.
Selahattin Demirtaş piştgirî da biryara HDPê û got: “HDPê qet xwe ji destnîşankirina berbijêrê hevbeş nedaye paş, ya xwe daye paş maseya şeş partî bûye. Opozisyonek ku ji axaftina ligel sêyemîn partiya herî mezin a parlamentoyê ditirse û xwe jê dûr digre, dê çawa demokrasiyê bîne Tirkiyê? Li gor min pirsgirêk ev e û çareserkirina wê asane. HDP tiştekî hewqasî zêde naxwaze tenê demokrasî û aştiyê dixwaze.”
Demirtaş diyar kir ku opozisyonê bersiva bangên HDPê jî nedaye û got: “HDPê di nava sal û nîvê de zêdeyî sed caran bang li maseya şeş partî ya opozisyonê kiriye. Gotiye werin em biaxifin, em gotubêjê bikin, em li ser pîvanan li hev bikin. Lê heta niha ji maseya şeş partî yek bersiva fermî jî bo van bangan hatiye dayîn? Mixabin na.”
Demirtaş bê helwêstiya opozisyonê li beramber biryara bloke kirina hesabê xezîneyê yê HDPê jî rexne kir û got: “Di ragihandina encama civîna maseya şeş partî ya herî dawî de derbarê biryara bloke kirina hesabê xezîneyê yê HDPê de gotinek jî hebû? Mixabin nebû. Maseya şeş partî dikare bi hemû partiyan re, partiya terîqetê ya biçûk re hevdîtinên fermî bike lê dema tê ser HDPê dev û guh û çavê xwe digre. Bi awayekî mafdar, ev nêzîkatî ji aliyê girseya me û me ve jî wek bêrêziyê tê dîtin.”
Siyasetvanê Kurd û hevserokê berê yê HDPê herwiha bang li serokên wan şeş partiyan jî kir û got: “Ez ji vê derê bang li serokên maseya şeş partî dikim; divê serdana HDPê bikin ku bi awayekî ne dadmend rûbirûyê bi gefên girtinê bûye. Ji bo demokrasiyê ji danûstandina ligel HDPê netirsin. Navenda Giştî ya HDPê hemû mêvanên xwe bi rêzdarî û mêvanperweriyeke mezin pêşwazî dike. Binêrin ev bi xwe danûstandineke, danûstandin dikare bo lihevkirinê zemînekê çê bike. Ji xwe hemû berpirsên HDPê di daxwiyaniyên xwe de dibêjin deriyê wan ji danûstandinan re vekirî ye. Ger hinek naxwazin di wî derî re biçin hundir HDP dê çi bike? Ma bila deriyê xwe bibe cem maseya şeş partî?”
Li ser pirsa gelo dê berbijêrê HDPê kî be, dibe hûn bin jî, Demirtaş got: “Mijara berbijêr di hemû saziyên me de heta niha jî tê gotubêj kirin, di encama van gotubêjan de wê biryarek were dayîn. Ez jî bibêjim ku dê berbijêrê me bibe 13emîn serokkomarê Tirkiyê. Her kes wiha dibêje çî me ji yê wan kêmtir e? Dibe hûn bibêjin dengên we kêm in, hûn mafdar in. Lê ev kêmbûna dengan niha bo hemû berbijêran heman tişt e. Lewra HDP daxwaza danûstandin û lihevkirina derbarê berbijêrê hevbeş de dike.”
Lîstika sê meymûnan
Ev çîrokek japonî ye û di piraniya zimanan de bûye îdyom. Mizaru, Kikazaru û Iwazaru navên sê meymûnan in ku bi japonî tê maneya “nedîtin, nebihîstin r û neaxavtin.”
Herwiha ev navê lîstikeke balkêş a Japonî ye jî. Çend çîrok li ser hene, ya herî eşkere ew e ku Mizaru çavên xwe girtine û naxwaze bibîne, Kikazaro guhên xwe girtine û naxwaze bibihîze. Herwiha Iwazaru jî devê xwe digire û naxwaze biaxive.
Ev çîrok wek mînaka dûrketina ji berpirsiyarî û helwestê tê nîşandan.
