• Friday, 20 February 2026
logo

Li Amerîkayê ji ber bahoz û bakurofeyê 14 kesan canê xwe ji dest dan

Gulan Media January 10, 2023 Nûçe
Li Amerîkayê ji ber bahoz û bakurofeyê 14 kesan canê xwe ji dest dan

Li eyaleta Kalîforniya ya li rojavayê Amerîkayê ji ber bahoz û bakurofeyê û barîna baranên zêde 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên seqanasî û keşnasiyê jî ragehand ku bendewarî hene îro jî şilî hebe. Herwaha li herêmên metirsîdar ên li eyaletê, ferman hate dayîn ku bê vala kirin.

Li gor rayedarên xwecihî ji Los Angeles Times re ragehandine, ferman dan ku divê herêmên Montecito ya Carpinteria, Geliyê Toro, Geliyê Sycamore û rûniştvanên Padaro Lane demildest bên vala kirin.

Rayedaran bang li rûniştvanên wan herêman kir, ku xwe bidin cîhên bilind û li herêma ku zêdetir dewlemend jiyan dikin a Santa Barbara jî navendekî vala kirinê hate ava kirin.

Barîna baranên tund, rabûna lehiyan, bilindbûna avê, herwaha şimitîna herrî û hezazan û bahoz û bakurofeyên tund ji bo hemû Kalîforniyayê wek metirsiyek berdewam dike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî roja yekşemê li wê eyaletê ji ber bahoz û bakurofe û barîna baranan ji bo Kalîforniyayê banga rewşa lezgîn û awarte pejirandibû.

 

Basnews

Top