• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Du pîlanên terorîstên DAIŞê li Hewlêrê hatin pûçkirin

Gulan Media January 10, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Du pîlanên terorîstên DAIŞê li Hewlêrê hatin pûçkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, du pîlanên terorîstên DAIŞê li Hewlêrê hatin pûçkirin û karê hêzên asayîş û Dije Terora Kurdistanê cihê spasî û pêzanînê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê pesnê hewla saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê da ji ber rûbirûbûna terorê û pûçkirina pîlanên wan.

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Dije Terorê ya me kariye bi awayekî serkeftî du pîlanên DAIŞê li Hewlêrê pûç bikin, ku dixwestin beriya ahengên sersalê karên terorîstiyê bikin.”

Herwiha destnîşan kir: “Di vê çarçoveyê de çar endamên DAIŞê hatin desteserkirin ku du ji wan ji Kampa Holê berê xwe dane Herêma Kurdistanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di twîteke din de diyar dike: “Ev nimûneyeke din a ji karê nuwaze yê saziyên me yên asayîş û îstixbaratê ye ku ji bo parastina silametiya her kesî û têkbirina terora cîhanî dixebitin.”

 

K24

Top