Sancar ji maseya 6 partî re: Piştî eşkerekirina berbijêran em ji gotûbêjan re vekirî ne
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar derbarê berbijêrê serokkomariyê de ragihand ku piştî berbijêr bên eşkerekirin, eger maseya 6 partî daxwaza gotûbêjan bike ew nabêjin “na”.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar roja Yekşemê di TELE1ê de beşdarî bernameyekê bû û li ser hilbijartinên pêşwext, berbijêrê HDPê û li ser rojevê axivî.
Hevseroka HDPê Pervin Buldan roja 7ê Çileya 2023an ragihandibû ku dê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartina serokkomariyê bibe.
Hevserokê HDPê Mithat Sancar derbarê mijara berbijêriya serokkomariyê de ji medya Tirkiyê re axivî û got, “Piştî ku em û maseya 6 partî berbijêrê xwe eşkere bikin, eger bibêjin werin em gotûbêjan bikin em nabêjin, na. Tiştekî balkêş nîne.”
Sancar her wiha anî ziman, “Me 27ê Îlona 2021an ‘belgeya helwêstê’ ragihand. Di vê nivîsê de stratejiya me ya hilbijartinê hebû. Me ji siyaseta şefaf ew nivîs amade kir û bi gelê xwe re parve kir. Me hevdîtinên tifaqê kirin û encamên berbiçav derketin. Tifaqa Ked û Azadiyê hat avakirin.”
Sancar dibêje, ew dixwazin dawiyê li vê desthilatê bînin û ji bo guhertina vê sîstemê çi ji destê wan bê dê bikin.
Sancar derbarê gotûbêjên ligel opozîsyonê de jî got, “Divê ew eşkere bikin ka çima bi me re gotûbêjên vekirî nekirin. Em tenê rêbazekê pêşniyar dikin. Em pêşniyara gotûbêjên vekirî li ber çavê raya giştî dikin. Me got em nav jî piştre biaxivin.”
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dê 18ê Hezîrana 2023an de hilbijartina serokkomariyê were kirin ku heta niha tevî Tifaqa Ked û Azadiyê, tifaqên Milet û Cumhur jî amadekariyên xwe dikin.
Rudaw
