Li Misirê ji ber avahiyek hilweşiya 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li parêzgeha Asyut a li başûrê Misrê ji ber avahiyek hilweşiya 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya parêzgeriya Asyut derbarê bûyerê de agahî hate dayîn û hat ragehandin, parêzgerê Asyut Isam Saad ragehandiye ku avahiyekî 5 qatî hilweşiya ye.
Parêzger Isam Saad ragehand, piştî bûyerê xebatên lêgerîn û rizgar kirinê hatine destpê kirin û ji bin xirbeyên avahiyê de termê 6 kesan hatine derxistin û 2 kes jî birîndar bûne.
Li gor heman daxuyaniyê, piştî rakirina xirbeyên avahiya hilweşyayî, li herêmê hemû avahiyan de dê lêkolîn bê kirin û ji bo sedemên bûyerê bên aşkera kirin biryar hatiye dayîn ku komîteyek bê ava kirin.
Basnews
