• Friday, 20 February 2026
logo

Di salekê de torîzma Kurdistanê sedî 35 geşe kiriye

Gulan Media January 9, 2023 Nûçe
Di salekê de torîzma Kurdistanê sedî 35 geşe kiriye

Sala derbasbûyî zêdetir ji 6 miliyon torîst hatine Kurdistanê.

Kerta torîzmê yek ji wan kertane ku, hikûmeta Kurdistanê hewl dide gelek geşe bike û pêş bikeve û bo vê mebestê jî hikûmet bernameyeke taybetî amade kiriye û li deverên torîstîkî yên Kurdistanê çend projeyên curbicur cîhbicîh kiriye.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Kurdistanê kerta torîzmê di sala 2022an de li gor sala 2021an bi rêjeya sedî 35geşe kiriye û di sala 2021an de tenê 4 miliyon û 189 hezar torîst hatine Kurdistanê lê di sala 2022an de ev hijmara han bo 6 miliyon û 168 hezar torîst hatine Kurdistanê.

Hijmara herî zêde ya torîstan hatine parêzgeha Hewlêrê ku, 2 miliyon û 752 hezar torîste, her yek ji Dihuk û Silêmanî jî pêşwaziya 2 miliyon torîstan kirine.

Top