Kerkûk – Bi bahaneya kontrolê helmetekî avêtina ser malên taxeke kurdan hat cîhbicîh kirin
Şeva borî 07.01.2023yê bi bahaneya kontrola malan, hêzên sepandî yên Kerkûkê helmetekî avêtina ser malên taxa Penca Elî ya bajarê Kerkûkê cîhbicîh kirin.
Rêveberê binkeyê polîsê Rubeî ya bajarê Kerkûkê, ku taxa Penca Elî jî dikeve ser bi wê binkeyê Eqîd Ferhat Dûşîwanî ji BasNewsê re ragehand: Hêzên ewlehiya Kerkûkê her roj li taxekî helmetekî ji nişkawa birêve dibin, şev jî li taxa Penca Elî ew helmete birêve çû.
Herwaha got: ‘’Hin malên koçberên bajarên Iraqê bê agahiya aliyên pêwendîdar hatine taxan û niştecîh bûne ew jî nayê qebûl kirin.’’
Li gor zanyariyên BasNewsê rûniştvanên taxa Penca Elî nîgeranin ji ber avêtina ser malên taxê ji aliyê hêzên sepandî ve.
Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê hêzên sepandî bi bahaneyên cuda kontrolan dikin û davêjin ser taxên kurdan ên li bajarê Kerkûkê, lê ji aliyê din ve jî DAIŞ û terorîst li navçeyên ereban zêdene lê xwe têkelî wan nakin.
Basnews
