Bi molotofan êrîşî Konsulxaneya Tirkiyê ya Marsîlyayê kirin
Li Fransayê, Konsulxaneya Tirkiyê ya Marsîlyayê rastî êrîşa bi molotofan hat. Konsulê Marsîlyayê yê Tirkiyê Arda Ulutaş diyar kir ku êrîş ji aliyê 6 kesên ku rûyên xwe girtibûn ve hatiye kirin.
Konsulxaneya Tirkiyê ya Marsîlyayê ya Fransayê roja Şemiyê 8ê Çileya rastî êrîşa bi molotofan hat.
Li gor nûçeya AAê, Konsulê Marsîlyayê yê Tirkiyê Arda Ulutaş diyar kir ku duh 6 kesên rûpoş molotof avêtine Konsulxaneya Tirkiyê ya Marsîlyayê û reviyan.
Ulutaş, diyar kir ku piştî personelên ewlehiyê pê li bişkoja alarmê kirin, polîsên Fransayê bi lez hatin cihê bûyerê û lêpirsîn dane destpêkirin.
Ulutaş got, “Şikur ji Xwedê re, birîndar nînin, zirara madî jî nîne” û giliyê wan kesên rûpoş jî kirine û bi polîsên Marsîlyayê re di nava peywendiyê de ne.
Ulutaş diyar kir ku ew nizanin kê, çima bi molotofan êrîş pêk aniye.
Rudaw
