• Friday, 20 February 2026
logo

34 hezar kes serdana Besreyê kirin

Gulan Media January 8, 2023 Nûçe
34 hezar kes serdana Besreyê kirin

Misabiqeyên kendavê li vê bajarê têne kirin.

Birêveberatiya giştî ya deriyên sînorî yên Îraqê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, jiber misabiqeyên fotbolê ya welatên Erebî, gelek kesên biyanî û welatiyên Îraqî serdana Besreyê kirine.

Li gor daxuyaniya han yaku, ajansa fermî ya Îraqê jî ev weşandiye, jiber misabiqeyên fotbolê ya welatên Erebî bi giştî 34 hezar kes bi rêya balefirxane û deriyên sînorî yên Besreyê serdana vê bajarê kirine.

Weke tê zanîn misabiqeyên fotbolê yên welatên Erebî 6ê vê mehê li Besreyê destpê kirine û hîn jî didomin.

Top