• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Kakeyî xwedan roleke girîng û berçavin

Gulan Media January 8, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Kakeyî xwedan roleke girîng û berçavin

Jiber hatina cejna wan peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta cejna Qewiltas ya Kurdên Kakeyî ( Yarsan) peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, naveroka peyamê wisaye;

Bi minasebeta hatina cejna Yaran ya Qewiltas gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî xuşik û birayên Kakeyî ( Yarsan) li Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û hêvî dikim rojên xwe yên cejnê di xweşî û aramî de derbas bikin.

Bi vê minasebeta han bi rêzdarî ve li rola girîng û berçav ya Kakeyiyan weke pêkhateyeke resen ya gelê Kurdistanê dimizînin ku, beşdariyeke çalak di xebat, têkoşîn û qurbanî dana xelkê Kurdistanê de heye û tekez li ser parastina mafên Kakeyiyan û tevahiya pêkhateyên gelê Kurdistanê dikin.

Cejna Qewiltas pîroz be, hertim di şadî de bin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

7/1/2023

 

Top