Li Çînê 17 kes canê xwe ji dest dan
Bûyereke mezin ya hatûçûyê qewmiye.
Li gor çapemeniya Çînî îro yekşem li navçeya Jiangxi ya li Rojhilatê welat, bûyereke mezin ya hatûçûyê qewmiye û di encam de gelek tirimbîlan lihev dane.
Di encama bûyera han de herî kêm 17 kes canê xwe ji dest dane û 22 kesên din jî birîndar bûne.
Hate zanîn ku, ev bûyera han jiber mêj û dûman û nebaşiya keş û hewayê qewmiye.
