• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî navên namzedên sê wezaretan radestî Parlamentoya Kurdistanê kir

Gulan Media January 8, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî navên namzedên sê wezaretan radestî Parlamentoya Kurdistanê kir

3 namzedên nû ji bo Wezareta Pêşmerge, Wezareta Ewqaf û Wezareta Herêmê bo Karûbarên Bexdayê ji Parlamentoya Kurdistanê re hatin şandin.

Li gorî zanyariyên K24ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî CVya 3 namzedên nû ji bo postên Wezareta Pêşmerge, Wezareta Ewqaf û Wezareta Herêmê bo Karûbarên Bexdayê ji Parlamentoya Kurdistanê re şandin.

Li gorî zanyariyan jî, CV li desteya Serokatiya Parlamentoyê ne û berî 48 demjimêran ji destpêkirina rûniştina parlamentoyê, dê ji parlameteran re werin pêşkêşkirin, ji bo dangdanê û wergirtina baweriyê.

Biryar e Rêbaz Bîrkutî li şûna Şoreş Îsmaîl weke Wezîrê Pêşmerge, Ehmed Kanî li şûna Piştîwan Sadiq weke Wezîrê Ewqafê û Ehmed Eskerî jî li şûna Xalid Şiwanî weke Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Bexdayê bên erkdarkirin.

 

K24

Top