• Friday, 20 February 2026
logo

Rêxistina Pizîşkên Bêsînor 73 koçber rizgar kirin

Gulan Media January 8, 2023 Nûçe
Rêxistina Pizîşkên Bêsînor 73 koçber rizgar kirin

Tîmên Rêxistina Pizîşkên Bêsînor ên bihewarveçûna koçberan, 73 koçber di nav Deryaya Spî de rizgar kirin.

Roja Şemiyê 7ê Çileya 2023an Rêxistina Pizîşkên Bêsînor (MSF) ku keştiyeke wê ya gerê li nav Deryaya Spî heye, got ku ew koçber di nav belemeke biçûk û di rewşeke xirab de li peravên Lîbyayê hatine dîtin.

Tîma Pizîşkên Bêsînor li ser Keştiya Geo Barents ku taybet e bi Rêxistina Pizîşkên Bêsînor, hevkariya koçberan kiriye. Li gor rêxistina navborî, koçber li keştiyê hatine siwarkirin û li wir pişkinîna pizîşkî bo wan tê kirin.

Berpirsa Keştiya Geo Barents a Pizîşkên Bêsînor Fulvia Conte ragihand ku 73 koçber di nav wê belema biçûk de bûn û got: “Roja Înê jî me belemeke din hatibû dîtin ku 61 kîlometre dûrî peravên Îtalyayê binav bûbû. Belemê 37 kes hilgirtibûn û 3 ji wan piştî belem werdigere xeniqîne.”

Armanca serekî ya wan koçberan ku bi rêya Deryaya Spî koç dikin, ew e xwe bighînin welatên Ewropayê. Li gor Ajansa Parastina Sînorên Derve yên Yekîtiya Ewropayê, di sala 2022an de herî kêm 308 hezar kes bi awayekî neyasayî çûne welatên Yekîtiya Ewropayê.

Li gor Rêxistina Koçê ya Navdewletî, ji sala 2014an ve bi kêmanî 20 hezar û 218 kesan dema xwestine bi rêya Deryaya Spî koç bikin canê xwe ji dest dan.

 

Rudaw

Top