• Friday, 20 February 2026
logo

Du partiyên Başûrê Kurdistanê serdana partiyên Bakurê Kurdistanê kirin

Gulan Media January 7, 2023 Nûçe
Du partiyên Başûrê Kurdistanê serdana partiyên Bakurê Kurdistanê kirin

 Ji Herêma Kurdistanê şandeyeke ji rêveber û berpirsên partiyên Komûnîst a Kurdistanê û Zehmetkêşên Kurdistanê, li Diyarbekirê serdana DBP’ê, PAK, PSK û hin partî û rêxistinan kirin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawa Mehmûd got; ew dixwazin pirsgirêk bi riya aşitî û demokrasiyê bêne çareserkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê Salîha Aydenîz jî got;  sedema fişarên li ser HDP, DBP û partiyên Kurdistanî tunekirina deskeftiyên kurdan e û li hemberî van zext û fişaran divê kurd zêdetir nêzîkî hevdû bibin.

Piştî zindakînirina Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û siyasetmedarên BDPê, serok û rêveberên partiyên kurdî serdana DBP’ê dikin û piştgiriya xwe ragihandin. Ji Herêma Kurdistanê jî siyasetmedarên Partiya Komunîst a Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê  serdana DBP’ê kirin. Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawa Mehmûd got; ew dixwazin hemû pirsgirêkên li navçeyê bi riya aşitî û demokrasiyê bêne çareserkirin û ew jî pişgiriya vê yekê dikin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawa Mehmûd ji K24ê re ragihand: “Armanca me ya sereke ew e ku em hemû gavan biavêjin ji bo jinavbirina tundûtûjiyê, wekheviya hemû gel û neteweyan, îstiqrar, da ku geşepêdaneke tam di navbera welat û neteweyan de bê destwerdan di karûbarên dewletên din de û xebata bikin ku aştî li ser asta Rojhilata Navîn pêk were û mayînde be.”

Şandeya partiyên ku ji Herêma Kurdistanê hat Diyarbekirê , serdana Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û hin partî û rêxistinên din jî kirin û dê beşdarî hin çalakî jî bibin.  Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz  got; piştî zindanîkirina Hevserokê Giştî yê DBPê  Keskîn Bayindir serdana partiyên Kurdistanî hêzê dide wan.

Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz ji K24ê re ragihand: “Ji 23yê Kanûna 2022an ve li hemberî operasyonan li ser Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di nav partiyan de nêzîkatiyeke gerim bi xwe re anî. Ji beriya me êrişî PAK, PSK û Hereketa Azadî kirin. Mesele ne cudatiya siyaseta kurdan e. Mesele kurdbûn û destkeftiyên Kurdistanê ne, mesele pêşketina azadiya Kurdistanê ye û bi vê ve girêdayî ye, mesele demokrasiya Tirkiye û Rojhilata Navîn e.”

Siyasetmedarên kurd radigihînin ku li her aliyê Kurdistanê li hemberî zext û fişarên dewletên desthilatdar, pêwîstî bi hevkariya partî û rêxistinên kurdan heye û bi vê yekê ew dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. 

 

K24

Top