Putin agirbest ragihand
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin agirbesteke demkî li Ukraynayê ragihand.
Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) ragihand, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin artêş agirbest radigihîne.
Agirbest bo dema 36 demjimêran tê ragihandin û dê ji roja Înê 6ê Çileyê di demjimêr 12:00ê de dest pê bike û heta roja Şemiyê bidome.
Şerê Ukraynayê di 24ê Sibata 2022yan de dest pê kiriye û heta niha berdewam e.
K24
