• Saturday, 21 February 2026
logo

Hêzên pêşmerge operasiyoneke 4 rojî lidar xistin

Gulan Media January 4, 2023 Nûçe
Hêzên pêşmerge operasiyoneke 4 rojî lidar xistin

Operasiyon li devera Qere Hesen hatiye lidarxistin.

Hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bo dabîn kirina aramî û asayîşa deverê û herwiha paqêj kirina wan deveran ji terorîstên DIŞIê operasiyoneke 4 rojî li devera Qere Hesen û gundên derdorê lidar xistiye.

Operasiyona roja 30 meha derbasbûyî destpê kiriye û  heta duhê sêşem berdewam bûye.

Armanc ji vê operasiyona han ya 4 rojî dabîn kirina aramî û asayîşa wan deveran bûye ku, di wan demên dawî de terorîstên DIŞIê li wan devera liv û tevgerên xwe zêde kiribûn.

 

 

Top