• Saturday, 21 February 2026
logo

Duhê bişev gelek leşkerên Rûsî hatin kuştin

Gulan Media January 3, 2023 Nûçe
Duhê bişev gelek leşkerên Rûsî hatin kuştin

Cara ewil Rûsye li xwe mokir hat û got gelek leşkerên me hatine kuştin.

Şer û pevçûnên navbera Ukrayna û Rûsyeyê li Rojhilatê Ukraynayê didome û di vê çarçoveyê de jî duhê Rûsye bi mûşekan êrîşî ser gelek bajar û bajarokên Ukraynayê kiribû.

Piştî êrîşên Rûsyeyê, artêşa Ukraynayê jî dest bi bersifdayînê kiribû û bi mûşekan êrîşî ser çend navendên leşkerî yên Rûsyeyê yên li ser sînorê navbera Ukrayna û Rûsyeyê li Rojhilatê Ukraynayê de kiribû.

Li gor çapemeniya Ukranî di encama wan êrîşan de herî kêm 63 leşkerên Rûsî hatine kuştin û gelek leşkerên din jî birîndar bûne.

Herwiha artêşa Rûsyeyê jî bo cara ewil li xwe mokir hat û ragihand ku, di encamên êrîşên duhê yên Ukraynayê de gelek leşkerên wan hatine kuştin.

Weke tê zanîn şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê di Sibata 2022an de destpê kiriye û hîn jî didome û heta niha Ukrayna kariye gelek deveran ji destê Rûsyeyê rizgar bike.

 

 

Top