• Saturday, 21 February 2026
logo

Firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên PKKê li Akrê bombebaran dikin

Gulan Media January 3, 2023 Nûçe
Firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên PKKê li Akrê bombebaran dikin

 Firokeyên şer ên Tirkiyê binke û baregehên PKKê yên li navçeya Dînartê ya Akrê bombebaran kirin.

Mesûd Sirûşt ku xelkê navçeya Dinarta ya navçeya Akrê ye ji K24ê re got: “Firokeyên şer ên Tirkiyê ji îro danê sibê ve bi tundî binke û baregehên PKKê li navçeyê bombebaran dikin.”

Got jî, firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên PKKê yên li gundên Kafya, Babona, Sîraniyê û Nîpaxê yên navçeya Dînartê bombebaran kirin.

Ev yek di demekê de ye, Artêşa Tirkiyê roja 18ê Nîsana 2022yan ve li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilît kiriye û operasyon heta niha berdewam e.

 

 

K24

Top