Komandoyên Kurd terorîstê ji dest hêzên Iraqê reviyabû girtin
Asayîşa Silêmaniyê ragihand, hêzên wan terorîstek ku du caran ji destê hêzên ewlehiyê yên Iraqê reviyabû, girtine.
Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ku roja Yekşemê 1ê Çileya 2023an hatiye belavkirin, ragihandiye ku terorîstek ku li Bexdayê ji destê hêzên ewlekariyê yên Iraqê reviyabû, di operasyoneke hêzên wan de şeva 30ê Kanûna 2022an li sînorê Silêmaniyê hatiye girtin.
Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê dibêje, ew kes bi tometa terorê û revandina welatiyekî Krîstiyan ê bi navê Ramsis Petros xelkê Bexdayê tê tometbarkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, terorîstê bi navê I.W.X bi biryara dadgeha Diyaleyê bi tohmeta teror û revandina welatiyekî Krîstiyan ê bi navê Ramsîs Petros ku niştecihê Bexdayê bûye, ji aliyê hêzên Iraqî ve tê desteserkirin, lê di dema lêkolînan de du caran direve ku cara dawî serkeftî dibe û xwe digihîne sînorê Herêma Kurdistanê.
Asayîşê ragihandiye ku wan lêkolîn li ser dosyeyê kiriye û razîbûna berpirsê saziya ewlehiyê û dadwerê lêkolînê yê Asayişa Silêmaniyê wergirtine.
Asayîşa Silêmaniyê dibêje, di operasyona şeva 30ê Kanûna 2022an de bi alîkariya hêzên Asayîşa Şarezûrê, terorîstekê ku ji dest yasayê reviyabû piştî dorpêçkirinê û himberderketina hêzên me û hewldana bo revê, hat girtin û ji bo dadgehê hat şandin.
Rudaw
