• Saturday, 21 February 2026
logo

Duyemîn civîna fermî navbera Tirkiye û Sûriyeyê tê lidarxistin

Gulan Media January 2, 2023 Nûçe
Duyemîn civîna fermî navbera Tirkiye û Sûriyeyê tê lidarxistin

Hîn jî cîhê civînê ne diyare.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû ragihand ku, piştî civîna sê alî ya navbera wezîrên berevanî yên Tirkiye, Sûriye û Rûsyeyê, biryar hatiye dayîn ku, civîna duyem ya sê alî di navbera wan welatan de were lidarxistin.

Çawişolgû ragihand ku, civîna duyem di navbera wezîrê derve ya wan her sê welatan de dibe û biryare civîn di nîveya duyem ya vê mehê de were lidarxistin lê cîhê civînê hîn jî nehatiye diyarkirin.

Weke tê zanîn piştî 11 salan bo cara ewil di rojên dawî yên sala derbasbûyî de, wezîrê berevanî yê Tirkiye û Sûriyeyê civiya bûn û ev civîn di demekê deye ku, Serokkomarê Tirkiyeyê hewl bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê dide.

Top