• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Xaneqînê cenazeyê rêveberekî hat dîtin

Gulan Media January 1, 2023 Nûçe
Li Xaneqînê cenazeyê rêveberekî hat dîtin

Îro Yekşemê danê sibê li Xaneqîn a Başûrê Kurdistanê cenazeyê Rêveberê Navenda Belavkirina Sotemeniyê ya Xaneqînê di nav otomobîla xwe de hat dîtin.

Rêveberê Polîsê Xaneqînê Îdrîs Mihemed ji Rûdawê re ragihand, tîmên wan cenazeyê kesekî bi navê Fetah Delo li taxa Tolefiroş dîtine ku “gule li serê wî ketiye.”

Rêveberê Polîsê Xaneqînê Îdrîs Mihemed amaje bi wê yekê kir ku heta niha ti kes li ser bûyerê nehatiye girtin lê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Welatiyê bi navê Fetah Delo yê ku hatiye kuştin, Rêveberê Navenda Belavkirina Sotemeniyê ya Xaneqînê bû. Kesekî nêzîkî wî welatiyî nameyek ji Rûdawê re şandiye û gotiye, wî 3 zarok li pey xwe hîştin.

 

Rudaw

Top