• Saturday, 21 February 2026
logo

Şaredara Parîsê serdana cihê êrîşa ku 3 Kurd lê hatin kuştin kir

Gulan Media January 1, 2023 Nûçe
Şaredara Parîsê serdana cihê êrîşa ku 3 Kurd lê hatin kuştin kir

Hefteyek piştî êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê, Şaredara Parîsê Anne Hidalgo serdana sersaxiyê ya civaka Kurd kir.

Şaredara Parîsê Anne Hidalgo piştî êrişa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li gel şaredara Herêma Dehan a Parîsê Alexandra Cordebard, Serokê Enstîtuya Kurdî Kendal Nezan û gelek endamên encûmena bajarê Parîsê serdana sersaxiyê ya civaka Kurd kir.

Hidalgo li cihê bûyerê ji qurbaniyan re sersaxiyê xwest û got “Êşa we êşa me ye. Em bi we re ne, em ji we hez dikin, em we hembêz dikin. Ez dizanim ku cesaret û berxwedana Kurdan jî ji bo me pir girîng bû. Jin û mêrên Kurd li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Em dizanin ku DAIŞê li Parîsê jî gef li me xwar. Tişta ku Kurd diparêzin aştî, yekîtî û azadî ye. Nirxên ku ew diparêzin nirxên ku em diparêzin in. Di vê wateyê de qetlîama ku hatiye kirin nayê qebûlkirin. Weke heyeta Parîsê em ê ji bo ku edaletê pêk bînin çi ji destê me bê em ê bikin. Em dixwazin ji bo hevalên we yên jiyana xwe ji dest dane tiştekî bikin da ku her tim di bîranînên me de bijîn. Em dixwazin keda Kurdên ku ji bo me têdikoşin û wek me difikirin bên naskirin. Ez ne tenê weke Şaredariya Parîsê, weke hevalekî we jî vê dibêjim; ji ber ku gelek tiştên ku ez bi we re parve dikim hene.”

Herwiha Hidalgo û şanda pê re çend peyamên sersaxiyê ji bo berpirsê civaka Kurd a Parîsê û xizmên kuştiyan ku di çarçoveya serdana sersaxiyê de beşdarî nobeda edaletê ya ji bo miriyan bûne, şandin.

Paşê Hidalgo û şanda pê re çûn serdana her du cihên din ên bûyerê xwaringeh û berberxaneyeke, ku ew jî ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin kirin.

Li aliyê din Şaredara Parîsê Anne Hidalgo di derbarê serdana xwe de li ser ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û tê de wiha dibêje “Demeke hizirkirin û hestiyariyeke mezin li kêleka hevalên me yên Kurd ewqas hewl da. Parîs wê her tim li cem Kurdên ku ji bo azadiya me bi lehengî têdikoşin bisekine. Em vê ji bîr nekin. Ew li vir li mala xwe ne.”


Di 23ê Berfenbara 2022an de li navenda Parîsa paytexta Fransayê kesekî 69 salî bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 welatiyên Kurd ên bi navê Mîr Perwer, Emîne Kara û Ebdullrehman Kizil canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Her sê welatiyên ku canê xwe ji dest dane, ji Bakurê Kurdistanê ne.

Piştî êrîşê, êrîşkarê 69 salî yê bi navê Williams Mallet hatibû desteserkirin.

Top