Li Şêx Meqsûdê keçeke 14 salî ji bo leşkeriyê hate birin
Li taxa Kurdnişîna Heleb a Sûriyê, Şêx Meqsûdê keçeke 14 salî ji bo leşkeriyê hatiye birin.
Li taxa Kurdnişîna Heleb a Sûriyê, Şêx Meqsûdê beriya nêzikî 20 rojan zaroka bi navê Lavîn Mehmûd Menla Osman a 14 salî ji bo leşkeriyê hatiye birin. Mirovên Lavînê ji bo zaroka xwe vegerînin serdana hemû aliyên peywendîdar kirine lê heta niha ti encam wernegirtine.
Tevî hemû hewldanan jî birina zarokan ji bo leşkeriyê li Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin Rêveberiya Xweser de berdewam e.
Mirovên wê dibêjin Lavîn dema diçe dibistana xwe li ser rê hatiye girtin û birin.
Apê Lavîn Mehmûd Menla Osman, Mihemed Menla ji Rûdawê re axivî û got ku wî peyamek ji Rêveberiya Xweser re şandiye û daxwaza vegera biraziya xwe kiriye.
Mihemed Menla bi rêya Rûdawê bang li aliyên peywendîdar dike ku keça wan di zûtirîn dem de ji bav û diya wê re vegerînin.
Rudaw
