Li Zaxoyê 5 pundên girîng têne ava kirin
Vê bandoreke gelek baş li ser çandiniya deverê bikin.
Di çarçoveya plana hikûmeta Kurdistanê de bo sûd wergirtin ji avê, biryar hatiye dayîn daku li seraserê Kurdistanê 41 pundên girîng û steratejîkî werin avakirin.
5 ji wan pundan (gulên avê yên bo kom kirina avê) di nava sînorên îdareya serbixwe ya Zaxoyê de û li ser rûbara Xabûrê têne avakirin.
Bilindahiya pundan 3 metr û dirêjahiya wan jî 53 metreye û hikûmet bi qasî 3 miliyar dînar jî bo vê mebestê dabîn kiriye.
Karê ava kirina pundan didome û herî kêm 200 karker di nava wan de îş dikin.
Bi xelas bûna ava kirina wan pundan, vê kerta çandinî ya li deverê vejîneke nû bi xwe ve bibîne û kêşeya avdanê li deverê bi temamî were çareserkirin.
