• Saturday, 21 February 2026
logo

Balyoza Îsraîlê li Enqere dest bikar bû

Gulan Media December 28, 2022 Nûçe
Balyoza Îsraîlê li Enqere dest bikar bû

10 sal têkiliyên dîplomatîkî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de nemabûn.

Piştî bi deh salan nakokî û alozî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de, sala derbasbûyî, Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan li hember Îsraîlê gav paşve avêt û dev ji siyasetên xwe yên dijminatî kirina Îsraîlê berde.

Pişt re jî Tirkiye bi berdewamî hewl bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê da û niha asta têkiliyên navbera wan du welatan gehêştiye asta berê û di vê çarçoveyê de jî balyoza nû ya Îsraîlê ya li Enqereyê Arith Lillian duhê xwe ji Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan re da nasîn û bi fermî dest bi kar bû.

Weke tê zanîn Tirkiye hewl dide li gel Misir û Sûriyeyê jî têkiliyên xwe normal bike lê Misir û Sûriye heta niha ev daxwaza Tirkiyeyê red kirine.

 

Top