• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî sersaxî li malbata Prof. Dr. Azad Ubêd Salih kir

Gulan Media December 28, 2022 Nûçe
Serok Barzanî sersaxî li malbata Prof. Dr. Azad Ubêd Salih kir

Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Prof. Dr. Azad Ubêd Salih arasteyî malbat û kesûkar û hevalên wî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Min bi xemgîniyeke mezin ve, agahiya koça dawî ya kesayetê niştimanperwer û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û dîroknasê navdar ê Kurd û mamosteyê beşa dîrokê ya Fakulteya Adabê ya Zanîngeha Selahedîn Prof. Dr. Azad Ubêd bihîst.”

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Min bi xemgîniyeke mezin ve, agahiya koça dawî ya kesayetê niştimanperwer û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û dîroknasê navdar ê Kurd û mamosteyê beşa dîrokê ya Fakulteya Adabê ya Zanîngeha Selahedîn Prof. Dr. Azad Ubêd bihîst.

Ez sersaxiyê li malbat û kesûkar û dost û hevalên Prof. Dr. Azad Ubêd û mamoste û xwendekarên Zanîngeha Selahedînê dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dibînim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, giyanê rehmetî Prof. Dr. Azad Ubêd bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin bal wî)

Mesûd Barzanî

27ê Berfanbara 2022yan

 

Basnews

Top