• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî li ser koça dawî ya dayîka sê şehîdan peyama sersaxiyê belav kir

Gulan Media December 27, 2022 Nûçe
Serok Barzanî li ser koça dawî ya dayîka sê şehîdan peyama sersaxiyê belav kir

Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkarên dayîka sê şehîdan Eftaw Salih kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi xemgîniyeke mezin ve, min agahiya koça dawî ya xanim Eftaw Salih, dayîka her sê şehîdan (Ciwamêr, Zulfeqar û Muxtar) bihîst û ez xwe hevbeşê xemgîniya we dizanim.”

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Eftaw Salih  wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemgîniyeke mezin ve, min agahiya koça dawî ya xanim Eftaw Salih, dayîka her sê şehîdan Ciwamêr, Zulfeqar û Muxtar bihîst.

Ez sersaxiyê li malbat û kesûkarên rehmetî Eftaw Salih dikim û ez xwe hevbeşê xemgîniya we dizanim.

Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, ruhê rehmetî Eftaw bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramî bide her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin bal wî)

Mesûd Barzanî

26ê Berfanbara 2022yan

Top