• Saturday, 21 February 2026
logo

Leşkerekî Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin

Gulan Media December 27, 2022 Nûçe
Leşkerekî Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin

Leşkerekî Artêş Tirkiyê li herêma operasyona “Pence-Kilît” ya li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hate kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de da xuyakirin; li herêma operasyona Pence-Kilît ya li devera Zapê, di encamê êrişên PKKê de leşkerekî wan hatiye kuştin.

Artêşa Tirkiyeyê, Nîsana 2022 li Devera Zapê dest bi operasyonên kiribû û di encamê şer û pevçûnan de dehan serbazên Tirkiyeyê cane xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê roja 18ê Nîsana 2022yan ve li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kiriye û operasyon heta niha berdewam e.

Operasyona “Pence-Kilît”, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

 

K24

Top