• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Viennayê sêyemîn kongreya xwendekar û akademisiyanên Kurd hat lidarxistin

Gulan Media December 27, 2022 Nûçe
Li Viennayê sêyemîn kongreya xwendekar û akademisiyanên Kurd hat lidarxistin

Li bajarê Viennayê, paytexta welatê Awusturyayê, sêyemîn kongreya xwendekar û akademisiyanên Kurd hat lidarxistin.

Di kongreyê de ku roja Yekşemê 25ê Kanûna 2022an hat lidarxistin, 55 xwendekar û akademisiyanên Kurd beşdar bûn.

Beşdaran karên grûp û tîmên kongreyê di sala bihorî de gotûbêj kirin.

Herwiha pilanên kar ji bo 6 mehên sala nû pesend kirin.

Li gor beşdarbûyên ku ji Rûdawê re axivîne, projeya hevdîtinên xwendekaran, projeyeke xwebexş e û nêzî 110 xwendekar û akademisiyanên Kurd li Awsturiya li xwe digire.

Armanca sereke ji projeyê, dirustkirina pêwendiyê û hevkariyê di nav ciwanên Kurd de li welatên diyasporayê ye.

 

 

Rudaw

Top