Geştûguzara Duhokê: Şahiya serê salê birêve diçe
Îro 26.12.2022yê rêveberiya giştî ya parêzgeha Duhokê di civîneke çapemeniyê de plana parêzgehê ya ji bo pêşwazî kirina serê sala nû ragehand.
Rêveberê giştî ya parêzgeha Duhokê yê geştûguzarê Dr. Xeyrî Elî Uso ragehand: ‘’Me planekî baş ji bo serê sala nû ya 2023yê amade kiriye ku rêjeya herî zêde ya geştyaran berê xwe bidin parêzgeha Duhokê û rêveberiya me di amadebaşiyê de ye.’’
Herwaha got: ‘’Bi piştevaniya parêzgarê Duhokê rêveberiya rewşenbîrî û geştûguzar a Duhokê amadekarî kirine û di şeva sersalê de şahiyekî mezin li parka Newroz a li navenda bajarê Duhokê birêve diçe û hejmarek hunermend beşdar dibin.’’
Navborî got: ‘’Ji bo cejnên din ên wek Remezan û Qurban û Newrozê jî hersal plana me heye bo ku xizmeta gelê xwe bikin.’’
Basnews
