• Saturday, 21 February 2026
logo

Bertekên Kurdan li hember tundûtûjiyên di xwepêşandanên Parîsê de

Gulan Media December 25, 2022 Nûçe
Bertekên Kurdan li hember tundûtûjiyên di xwepêşandanên Parîsê de

Piştî êrîşa li Parîsê ku 3 Kurdan tê de jiyana xwe ji dest dan, xwepêşandanên tund ên li kolanan bûn sedema bertekan. Gelek kes li ser medyaya civakî şîrove kirin ku kiryarên bi vî rengî zirarê dide Kurdan û dostaniya Kurd û Fransayê. Di vê navberê de Parlamenterê HDPê Sezaî Temellî nivîsa xwe ya ku li ser medyaya civakî rastî rexneyan hat, rakir.

Roja Înê 23yê Kanûna 2022yan li paytexta Fransayê, Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li taxa Saint Denis a Strasbourgê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 3 Kurdan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Piştî êrişê li Parîsê xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşanderan ber bi kolana ku êrîş lê hat kirin ve meşiyan û bi dirûşmeyan agir pêxistin û di navbera wan û polîsan de alozî derketin. Polîsan tedbîrên tund wergirtin û bi bombeyên gazê bersiv dan xwepêşanderan.

Duh jî bi hezaran kes li Meydana Komarê ya Parîsê kom bûn. Komê li Bulvara Tremple ya nêzî qadê dirûşm avêtin, keviran avêtin, polîsan û agir pêxistin.

Rêveberê Ewlehiya Parîsê Laurent Nunez ji kanala nûçeyan a Fransî BFMTV re axivî û ragihand ku di bûyeran de 31 polîs û xwepêşanderek birîndar bûne. Nunez diyar kir ku di encama aloziyan de gelek wesayît û 15 camên dikanan hatin şikandin û ji bo vemirandina eşyayên şewitî tîmên agirkujê bo cihê bûyerê hatine veguhestin. Hat diyarkirin ku ji ber tundiyê 11 kes hatine desteserkirin.

Çalakiyên tundiyê yên li kolanên Parîsê li ser medyaya civakî jî bû sedema bertekên tund.

Serokê Giştî yê PAKURDê Îbrahîm Halîl Baran di derbarê tundiya li kolanên Parîsê de got “Helwesta KCK, KNK û komeleyên Kurd ên li Parîsê der barê bûyeran de gelekî di cih de ye û girîng e. Li hemberî provokasyonan Kurdan hişyar dikin û ji ber vê sedemê jî organîzator jî zû dawî li xwepêşandanê tînin. Digel vê yekê, yên ku hê jî kurdan provoke dikin û tundiyê dixemilînin, ne dost in.”


Sekreterê Giştî yê Tevgera Azadî Metîn Pîranî di derbarê heman mijarê de di parvekirina xwe de wiha dibêje “Çawa ku me duh ji tundiya li Amedê re got na, îro jî ji dîmenên li Parîsê re dibêjin na. Ne gelê Kurd, ne gelê Tirk, ne Rojhilata Navîn û ne jî Ewropa van dîmenan heq nakin. Ji Faşîzm, Nijadperestî û Şîdetê re Na! Şîreta Ustad ku bi erênî tevbigerin jî di guhên me de guharek e.”


Rojnamevan û nivîskar Serbest Ferhan Sindî jî wiha nivîsand “Yên ku li ber çavên cîhanê li paytexta çand, huner û şaristaniyê Parîsê tundiyê dikin, divê ji aliyê hemû Kurdan ve bên şermezarkirin. Ev ne şermek e ku mirov paşt guh bike...”


Akademîsyen Abdullah Kiran jî diyar kir “Rêya şermezarkirina êrîşa terorê ya li Parîsê ne terorîzekirina kolanên Parîsê ye. Gelê Kurd van dîmenên şermdêr heq nake. Şerm e! Rezaleta xendeqan veneguhezînin kolanên Ewropayê! Êdî bes e!”


Parlamenterê HDPê ji ber bertekan tweeta xwe jê bir

Di vê navberê de Parlamenterê HDPê yê Wanê Sezaî Temellî tweeta rojnamevan Clément Lanot ku tundiya li kolanan nîşan dide, ji nû ve parve kir û bi Fransî û Kurdî got “Parîs dişewite, bila bişewite.”

Lê belê ev parvekirina yekem a Temellî jî bû sedema rexneyên tund.

Nivîskar û aktîvîstê Kurd Edîp Yuksel bertek nîşanî parvekirina Temellî da û wiha got “Divê berteka dijî qetlîama Kurdan a li Parîsê ne wiha be. Ev berteka Sezaî Temellî ku tundî û vandalîzma li Parîsê dipejirîne, zirarê dide têkoşîna jiyan û azadiyê ya gelê Kurd. Divê Sezaî ji ber vê twittê lêborîna xwe ji Parîsiyan û gelê Kurd bixwaze.”


Piştre Temellî vê tweeta xwe jê bir û wiha got “Min twita xwe ya Parîsê jê bir. Hestên me carinan bê xwestek dikarin dibin sedema aloziyan. Ez ji ber qetlîamê pir xemgîn im. Ez parastina mafê protestoya demokratîk berdewam dikim.”

 

Rudaw

Top