Îran: Rûsye derbeke dijwar li me daye
Rayedarekî rejîma Îranê ev yek eşkere kiriye
Endamê civata diyarîkirina berejwendiyên rejîma Îranê Mihemed Sedir di hevpeyvîneke xwe de ya li gel rojnameya cîhana abûrî ( Dunyaya Îqtisad) ya Îranê rexne li rejîma Îranê kiriye û gotiye dîplomasiya Îranê rastî şikesteke mezin hatiye.
Mihemed Sedir diyar kiriye ku, jiber dronên Îranî, Rûsye li ser asta cîhanî derbeke dijwar li Îranê daye û bikar anîna dronên Îranî ji aliyê Rûsyeyê ve bûye sedem ku, dorpêçên cîhanî yên dijî Îranê gelek berfiretir û dijwartir bibin.
Ev endamê civata diyarîkirina berejwendiyên rejîma Îranê tekez li ser vê yekê kiriye ku, Îran di warê dîplomasî de şaştiyên mezin kiriye, pişta xwe tenê bi Rûsye û Çînê ve girê daye lê ev her du welatên han jî tenê jiber berejwendiyên xwe li gel Îranêne û Rûsye di warê firotina petrolê de jî derbên dijwar li Îranê daye û dixwaze di şûna Îranê, petrola erzan radestî Hindistan û Çînê bike.
Mihemed Sedir balkêşandiye ser xwepîşandanên li Îranê û gotiye xwepîşandan niha tenê siyasîne lê di rojên pêşiya me de dema rejîm jiber dorpêçan nikarî mûçeyên karmendên xwe bide, vê demê jî xwepîşandanên abûrî jî destpê dikin û ev jî encama şaştiyên dîplomatîkî yên rejîmê ne û bandorên gelek xirab li ser rejîmê dikin.
