Hêzên rejîmê êrîşî ser debistaneke Kurdî kirin
Mamosteyeke zimanê Kurdî revandine.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, roja sêşema hefteya derbasbûyî sê endamên îtlaata Îranê li bajarê Ciwanroyê êrîşî ser debistaneke Kurdî kirine û Mamosteyeke vê debistana han revandine.
Mamosteyê Kurd Ebdulkerîm Mihemedî ku, Mamosteyê metematîkê bûye di dema wane gotinê de li ber çavên Xwendekarên xwe hatiye revandin û bo cîheke nediyar hatiye veguhastin.
Hêzên îtlaatê di nava debistanê de jî lêgerîn kirine û zirar gehandine debistana Kurdî û Xwendekarên vê debistanê.
