Li Rûsyayê di mala salmendan de şewat derket 20 kes mirin
Li bajarê Kemerovo yê herêma Sîbirya ya Rûsyayê di maleke taybet a salmendan de şewat derket. Di şewatê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, tîmên agirkujiyê jî şewat kontrol kirin.
Li gorî nûçeya AJANSA TASS a Rûs, ku nûçe sipartiye daxuyaniya Wezareta Rewşên Lezgîn ragihand, li bajarê Kemerovo yê herêma Sîbîryayê di maleke salmendan a taybet de ji ber sedemên ku hê nehatine diyarkirin şewat derket. Li gor agahiyên destpêkê di şewatê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di cîhê şewatê ku ji aliyê tîmên agirkujiyê ve bi tevahî hatiye vemirandin, lêkolîn berdewam dike.
Tê diyar kirin mala salmendiyê ya ku bi tevahî ji ber şewatê tine bû, ne yasayî ye.
Basnews
